NÛÇEYÊN KURDÎ

LI SAMANDAGÊ PIRSGIRÊKA BÊHN ÇIKANDIN Û KUXIKÊ DEST PÊ KIR

Hat dîyarkirin ku li navçeya Samandag a Hatayê, ji mexdûrên erdhejê yên ku li nêzî qadên çopê dijîn gilîyên wek bêhn çikandin û kuxikê dest pê kir.

Li bajar û navçeyên ku erdhej lê çêbûn xisarên mezin lê qewimîn, xebatên rakirina enqazê berdewam dikin. Pisporan li dijî kaviên ku tên rakirin, hişyarîya asbestê didin. Li alîyê din mexdûrên erdhejê li dijî rijandina kavil û bermahîyên ku li nêzî qadên xwe yên jîyanê "Nobeda Jîyanê" digirin. Dr. Bîlge Koylû ya ku beşdarê “Nobeda Jîyanê” bû, derbarê mijarê de wiha got, "Cîyê ku kavil û bermayîyên avahîyan lê tên ro kirin, li nêzî qadên konbajar û erdê çandî ne. Dema ku em yek bi yek li malbatan gerîyan, me dît ku zarok û mezinên ku berîya niha tu nîşanên nexweşîye li wan tunebû, niha bêhna wan diçike û ji ber kuxikê digazinin hene."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.