NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ŞAREDARÎYA ARTUKLUYÊ ÎDÎAYA 13 ENDAMÊN MECLÎSA AKP'Ê SERLÊDANA ÎSTIFAYÊ KIRIN

13 endamên AK Partîyê yên ku ji Şaredarê Artukluyê Abdulkadîr Tutaşîyê ku li Mêrdînê bêrêtîyên wî hatin tesbîtkirin îstifa xwestibûn, ji ber ku daxwazên wan nehatin bicîhkirin, serlêdana îstifayê kirin.

LI ŞAREDARÎYA ARTUKLUYÊ ÎDÎAYA 13 ENDAMÊN MECLÎSA AKP'Ê SERLÊDANA ÎSTIFAYÊ KIRIN

13 endamên AK Partîyê yên ku ji Şaredarê Artukluyê Abdulkadîr Tutaşîyê ku li Mêrdînê bêrêtîyên wî hatin tesbîtkirin îstifa xwestibûn, ji ber ku daxwazên wan nehatin bicîhkirin, serlêdana îstifayê kirin. Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di derbarê Şaredarê AKP'yî yê Şaredarîya Artuklu ya Mêrdînê Abdulkadîr Tutaşî de ku bêrêtî û bêhiqûqîyên wî ji alîyê Lîjneya Kontrola Malî ya Meclîsa Şaredarîyê ve hatin tesbîtkirin, ti mudaxele nehat kirin. Li Şaredarîya Artukluyê 13 endamên AK Partîyê xwestin ku Tutaşî, ji şaredarî û endamtîya partîyê îstifa bike. Hat ragihandin ku 13 endamên meclîsê, piştê ku daxwazên wan pêk nehatine, biryara îstifayê dane.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.