NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ŞENGALÊ GOREKE DIN A KOMÎ HAT VEKIRIN

Goreke din a komî ya ku di salên 2014-17’an de Êzîdîyên ku ji alîyê DAIŞ’ê ve hatibûn qetilkirin, li nêzê Şengalê hat dîtin û hate vekirin.

LI ŞENGALÊ GOREKE DIN A KOMÎ HAT VEKIRIN

Goreke din a komî ya ku di salên 2014-17’an de Êzîdîyên ku ji alîyê DAIŞ’ê ve hatibûn qetilkirin, li nêzê Şengalê hat dîtin û hate vekirin.

 

Di êrîşên qirkirinê yên çeteyên DAIŞ'ê yên sala 2014'an de bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin û bi hezaran jî dîl hatin girtin. Gorên komî yên li herêmên wek Tilîzer û Siba Şex Xidir hatine dîtin, şopa vê trajedîyê ne.

 

Li gor nûçeya ROJ Newsê, hat ragihandin ku li bajarê Tilîzerê bi beşdarîya alimên Êzîdî, rojek berê goreke komî ku hestîyên 12 Kurdên Êzîdî têde bûn, hat vekirin.

Welatîyê bi navê Sultan Mehmûd ku di gora komî ya ku hatibû vekirin de hestîyên 8 endamên malbata wî hatin dîtin û wiha axivî, "Ji ber ku hikûmeta Iraqê di vê mijarê de hestîyar nîne, gorên komî hê nehatine vekirin. Dixwazin bi biryareke efûyê ya nû kujeran serbest berdin."

Mehmûd dîyar kir ku ji malbata wî 38 kes hê di destê DAIŞ’ê de ne.

 

Li gorê daneyên Ofîsa Rizgarkirina Êzîdîyan, hate dîyarkirin ku heta niha li Şengal û derdora wê 92 gorên komî hatine tespîtkirin û 43 ji wan hatine vekirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.