NÛÇEYÊN KURDÎ

LI SER BERTEKAN TABELAYA LI BER MIZGEFTA MEZIN YA AMEDÊ KURDÎ HAT ZÊDEKIRIN

Li ser bertekên li hemberî tabelaya hişyarîyê ya li ber derîyê Mizgefta Mezin ya dîrokî ya Amedê, kurdî jî hat zêdekirin.

LI SER BERTEKAN TABELAYA LI BER MIZGEFTA MEZIN YA AMEDÊ KURDÎ HAT ZÊDEKIRIN

Li ser bertekên li hemberî tabelaya hişyarîyê ya li ber derîyê Mizgefta Mezin ya dîrokî ya Amedê, kurdî jî hat zêdekirin. Li ber derîyê Mizgefta Mezin, ji alîyê Serokatîya Karên Diyanetê ya Tirkîyeyê ve tabelayên hişyarîyê yên bi zimanên Îngilîzî, Tirkî, Erebî û Rûsî hatin danîn, lê Kurdî tê de tunebû. Ji ber ku di Karên Diyanetê de zimanê Kurdî tunebû, di medyaya civakî de bibû hedefa rexneyan. Li ser bertekan, Serokatîya Karên Diyanetê, li ber derîyê mizgeftê tabelaya bi kurdî danî. Li tabelaya hişyarîyê a li ber derîyê Mizgefta Mezin, bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî/Dimilî) jî hat zêdekirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.