NÛÇEYÊN KURDÎ

LI SER PAKÊTÊN ALÎKARÎYÊ YÊN AFADÊ LOGOYA AKPÊ LÊ DIXIN Û BELAV DIKIN

Hat îdîakirin ku li ser pakêtên alîkarîyê yên AFAD'ê ku ji bo li mexdûrên erdhejê bên belavkirin logoya AKP'ê lê hatîye xistin.

LI SER PAKÊTÊN ALÎKARÎYÊ YÊN AFADÊ LOGOYA AKPÊ LÊ DIXIN Û BELAV DIKIN

Hat îdîakirin ku li ser pakêtên alîkarîyê yên AFAD'ê ku ji bo li mexdûrên erdhejê bên belavkirin logoya AKP'ê lê hatîye xistin.

AKP di pêşbazîya hilbijartinê de, bi bikaranîna derfetên dewletê derdikeve pêş û ev rewş berdewam e. Piştê paketên alîkarîyê yên AFAD'ê li Osmanîyeyê di siwareya hilbijartinê ya Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanîk a ji AKP'ê namzet e, hatin dîtin, Şaredarê Îskenderûnê yê AKP'yî Mehmet Fatîh Tosyalî pakêtên alîkarîyê yên AFAD'ê weke propagandaya hilbijartinê belavkir. Li gor nûçeya Sena Tufan a ji rojnameya Cumhurîyetê, tê dîyarkirin ku li ser pakêtên Alîkarîyê yên AFADê, li ser nivîsa AFADê “Roja we bi tendurist be… Îskenderûn hêja ye. Mirovê gelê xwe Mehmet Fatîh Tosyali” hatîye nivîsandin. Di xebatên hilbijartinê de bikaranîna paketên ji bo mexdûrên erdhejê bi derfetên dewletê hatin amadekirin, bû sedema bertek û nerazîbûnan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.