NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMED Û ÇÊRMÛKÊ 2 XETÊN NÛ YÊN OTOBUSÊ AKTÎF BÛ

Şaredarîya Mezin a Amedê xeta ku di dema destpêka şewba koronayê de betal kiribû ji nû ve aktîf kir.

LI AMED Û ÇÊRMÛKÊ 2 XETÊN NÛ YÊN OTOBUSÊ AKTÎF BÛ

Şaredarîya Mezin a Amedê xeta ku di dema destpêka şewba koronayê de betal kiribû ji nû ve aktîf kir.

Li ser daxwazên welatîyan otobusa ku koda wê S1 e di xeta Dagkapi û Taxa Alabalê da hatûçûnê dike aktîf bû. Di vê xeta otobusê de bilêtên sîvîl 11,5 TL, bilêtên erzan 9 TL û yên xwendevanan jî 6 TL ye. Digel vê yekê hat ragihandin ku li navenda navçeya Çêrmûkê otobusên şaredarîyê hatin tahsîskirin. Her wiha agahîya ku ji alîyê Şaredarîya Mezin a Amedê hat girtin de hat dîyarkirin ku li Çêrmûkê di navbera avahîya şaredarî û nexweşxaneyê de wê otobusek wek rîngê kar bike. 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.