NÛÇEYÊN KURDÎ

GARO PAYLAN BANG LI YSKÊ KIR: DEMA QEYDÊN NAVNÎŞANAN DIRÊJ BIKIN

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan li Meclîsê di civîna çapemenîyê de derbarê rojevê de axivî.

GARO PAYLAN BANG LI YSKÊ KIR: DEMA QEYDÊN NAVNÎŞANAN DIRÊJ BIKIN

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan li Meclîsê di civîna çapemenîyê de derbarê rojevê de axivî.

Paylan, ji ber ku Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YKS) heta 17ê Adarê muhlet daye mexdûrên erdhejê ku navnîşanên xwe ragihînin rexne kir û wiha got, “YSK'ê dîyar kir ku heta 17'ê Adarê ji mexdûrên erdhejê re dem da ku navnîşanên xwe ragihînin, lê belê haya gelek mexdûrên erdhejê ji vê muhleta ku wê sibe biqede nîne.” Paylan, ji YSK'ê xwest ku dema ji bo qeydkirina navnîşanan herî kêm 10 rojan dirêj bikin û got, “Haya bi milyonan welatîyên me ji ve rewşê tune ye. Ev agahî li cihên ku welatî lê diman nehatin kirin. Ez bang li hemû welatîyên xwe jî dikim. Dema ev dem hat dirêjkirin divê her kes di vê wateyê de alîkarîya hevjîn, dost û xizmên xwe bike."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.