NÛÇEYÊN KURDÎ

NY: NIFÛSA DINYAYÊ BÛYE 8 MÎLYAR

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji îro pê ve nifûsa cîhanê gihîştiye 8 milyar kesan.

NY: NIFÛSA DINYAYÊ BÛYE 8 MÎLYAR

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji îro pê ve nifûsa cîhanê gihîştiye 8 milyar kesan. Rêjeya zêdebûna nifûsa cîhanê ku ji salên 1970yî û vir ve her ku diçe kêm dibe, di sala 2020an de cara yekem salane ji sedî 1 daket. Digel ku li cîhanê rêjeya mezinbûna nifûsê hêdî bûye jî, tê texmîn kirin ku nifûs wê heya sala 2100 zêdebûnê berdewam be. Digel ku 12 sal derbas bû ku nifûsa dinyayê ji 7 mîlyar kesan bibe 8 mîlyar, ji bo mîlyarek din lê zêde bibe jî divê 14 sal û nîv wext hewceye ku ew jî teqabulê sala 2037an dike. Li gorî rapora Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) tê texmînkirin ku nifûsa cîhanê di sala 2030'î de bibe 8 mîlyar û nîv, di sala 2050'î de bibe 9 mîlyar û 700 û di sala 2100'î de jî bibe 10 mîlyar û 400. Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li gel ku nifûsa cîhanê ji 7 mîlyar bûye 8 milyar, nîvê vê mîlyara nû, ji Asyayê pêktên.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.