NÛÇEYÊN KURDÎ

LI SER RÊYA QEREJDAGÊ 2 PÎKAP LI HEV QELIBÎN: 20 BIRÎNDAR

Li Qerejdagê 2 pîkapên ku karkerên çandinîyê tê de bûn qeza kir, bi dehan karker birîndar bûn.

LI SER RÊYA QEREJDAGÊ 2 PÎKAP LI HEV QELIBÎN: 20 BIRÎNDAR

Li Qerejdagê 2 pîkapên ku karkerên çandinîyê tê de bûn qeza kir, bi dehan karker birîndar bûn.

Qeza bi şev li 15emîn kîlometreya rêya Sîwêreg-Qerejdag ya navçeya Sîweregê ya Rihayê pêk hat.

Ji ber bandora qezayê 20 karkerên çandinîyê yên di pişt pîkapê de bûn ji wesayîtan pekîyan û birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristîyê û cendirmeyan sewqê cîhê qezayê kirin. Karkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Ji birîndaran 2 kes ji ber ku rewşa wan giran bû, wan sewqê Rihayê kirin. Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.