GÜNDEM

LI SER SÎNOR BANG LI ÎRANÊ KIRIN: DARVEKIRINAN RAWESTÎNIN!

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê û Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya Wanê bi mebesta protestokirina biryarên darvekirinê yên rejîma Îranê, bi pêşengtiya Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê li ser sînor daxuyanî da.

Di daxuyanîyê de pankarta “Em bang li Komara Îslamî ya Îranê dikin ku tavilê dawî li înfazkirinên bêdaraz û cezayên darvekirinê bîne” hate vekirin. Ozkaplan, wiha got: “Piştî ku hincetên nerast ên ji ber xwe ve hatine çêkirin ji hêla hêzên rejîmê ve ji bo di nava parastvanên mafan de tirs û xofê belav bikin, lez dan cezayên darvekirinê û êdî van cezayan înfaz dikin.” Di berdewamê de Ozkaplan da zanîn ku “NY li hemberî van sepanên keyfî yên rejîma Îranê bêdeng dimîne. Ev bêdengî nayê qebûlkirin. Banga me ji bo rêveberiya Îranê ye ku ji bo têkbirina raperîna gel bi awayeke hovane tevdigere û rêbaza cezayên darvekirinê bikartîne ev e; dev ji vê helwesta xwe ya faşîst berdin. Tavilê înfazkirina cezayê îdamê bidin sekinandin û biryarên darvekirinê betal bikin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.