NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ŞIRNEXÊ TANKÊRA NEFT LÊ BARKIRÎ QEZA KIR! 1 MIRÎ, 5 BIRÎNDAR

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê tankera ku neft lê barkirîbû piştê qezayê agir pê ket.

LI ŞIRNEXÊ TANKÊRA NEFT LÊ BARKIRÎ QEZA KIR! 1 MIRÎ, 5 BIRÎNDAR

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê tankera ku neft lê barkirîbû piştê qezayê agir pê ket.

Qeza di demjimêrên sibê de li xaçerêya gundê Sarê ya li 8emîn kîlometreya rêya Hezex-Midyadê de pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin tankera neftê ya ajokarê wê Rıdvan E. ya ku ji Hezexê diçû Midyadê, li siwareya ku ajokarê wê Ahmet B. yê  ku wezîfedarê Midûrtîya Bajarê Mêrdînê bû li hev qelibîn. Di qezayê de agir bi tankêra neftê ket û siware jî qelibî ser kendalê rê. Di dema ku ji ber qezayê rê li trafîkê hat girtin, li ser hişyarîyê ekîbên agirtef, tenduristîyê û cendirme sewqê herêmê bûn. Di kontrola ekîba tenduristîyê de hat tesbîtkirin ku Abdurrahman Laçînê ku di siwareyê de bû jîyana xwe ji dest da ye. Di qezayê de ajokarê siwareyê Ahmet B., Lokman B., Înan D., Ramazan A. û ajokarê tankerê Rıdvan E. yên birîndar bûn jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. Di encama xebata agirtefê de şewata di tankerê de hat vemirandin û rê ji trafîkê re hat vekirin. Lêkolîna li ser qezayê berdewam dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.