NÛÇEYÊN KURDÎ

LI TILALO DI NAVBERA DU MALBATAN DE ŞERÊ BI ÇEKAN! 1 MIRÎ, 6 BIRÎNDAR

Li gundê Tilalo ya Amedê di navbera du malbatan de şer derket, kesek jîyana xwe ji dest da. 3 jê giran 6 kes birîndar bûn.

LI TILALO DI NAVBERA DU MALBATAN DE ŞERÊ BI ÇEKAN! 1 MIRÎ, 6 BIRÎNDAR

Li gundê Tilalo ya Amedê di navbera du malbatan de şer derket, kesek jîyana xwe ji dest da. Bûyer li gundê Tilalo ya li ser rêya Amed û Farqînê qewimî. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin, di navbera du esnafên cîran de der barê cihê parkkirina makîneya înşeatê ya li ber dikanên wan de nîqaş hat kirin. Piştî ku malbatên 2 esnafan ketin nava nîqaşê, bûyer veguherî şerê çekdarî. Di bûyerê de 4 jê giran 7 kes birîndar bûn. Birîndarên ku sewqê nexweşxaneyê bibûn, ji wan yek jê bi navê M.O., jîyana xwe ji dest da. Dermankirina 6 birîndaran ku 3 jê giran in li nexweşxaneyê dewam dike. Cendermeyan ragihand ku der barê bûyerê de 3 kes binçav kirine.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.