NÛÇEYÊN KURDÎ

LI TIRKÎYEYÊ JI 9 MIROVAN YEK BI DÎYABETÊ YE

Hat dîyarkirin ku li Tirkîyeyê ji her 9 kesan yek nexweşîya dîyabetê lê heye.

LI TIRKÎYEYÊ JI 9 MIROVAN YEK BI DÎYABETÊ YE

Hat dîyarkirin ku li Tirkîyeyê ji her 9 kesan yek nexweşîya dîyabetê lê heye.

Pisporê Endokrînolojîyê û Hîndekar Dr. Lezzan Keskîn di bernameya ku li Meletîyê di çarçoveya Roja Dîyabetê ya Cîhanê de hat lidarxistin de axivî û dîyar kir ku ji ber zêdebûna asta şekirê xwînê di nexweşîya şekir de zerareke cidî li organên din ên laş dide û wiha berdewamkir; 

"Mixabin ev digel gerandina xwînê, her gav dibe sedema pirsgirêkên çav, dil, gurçik û pergala nervê." Lê ya taybetî ev e ku dema ku em şekirê xwînê kontrol bikin em dikarin bi tevahî pêşî li van bigirin. "Bi taybetî guhertinên şêwaza jîyanê, parêza minasib, werzîşê ya guncav, berdewamîya dermankirinê û rêkûpêkkirina şekirê xwînê bi kontrolên bijîjkî yên di demên guncaw de, temenê mirov hem ji alîyê demdirêjî û hem jî ji hêla kalîteyê ve dirêj dike."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.