NÛÇEYÊN KURDÎ

LI TIRKÎYEYÊ WEQAYÊN MONKEYPOXÊ GIHÎŞT 11’AN

Vîrusa Monkeypoxê li tevahîya cîhanê berbelav dibe û hat dîyarkirin ku li Tirkîyeyê jî weqayên monkeypoxê her ku diçe zêde dibe.

LI TIRKÎYEYÊ WEQAYÊN MONKEYPOXÊ GIHÎŞT 11’AN

Vîrusa Monkeypoxê li tevahîya cîhanê berbelav dibe û hat dîyarkirin ku li Tirkîyeyê jî weqayên monkeypoxê her ku diçe zêde dibe.

Wezîrê Tendirustîyê Fahrettîn Koca destnîşan kir ku li Tirkîyeyê weqayên monkeypoxê gihîşt 11’an û wiha axaftina xwe domand: “Monkeypox ji bo Tirkîyeyê nexweşîyeke ku metirsîyek mezin çêbike nîn e. Monkeypox nexweşîyeke wisa ye ku li heman civatê mesafeya kesan nêzik û maweya mayînê dirêj be ji hev tê girtin. Em di wê bawerîyê de ne ku ev nexweşî wê ji bo Tirkîyeyê nebe rewşa şevbayê.” Her wiha Wezîr Koca derbarê geşedanên dawîn ên vîrusa koronayê de jî agahî da û wiha got: “Hefteyên çûyî vîrusa koronayê pîk kiribû lê niha hejmarên weqayan ket. Pêşbînîya me ew e ku bi destpêkirina dibistanan wê weqa carek din zêde bin lê perwerdehî wê bidome.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.