NÛÇEYÊN KURDÎ

KEDKARÊN PERWERDEYÊ JI AMEDÊ BANGEWAZÎ KIRIN: TAVILÊ ‘ÖMK’ BETAL BIKIN

14 sendîkayên ku di nav wan de Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) jî heye, li gelek bajaran bi daxwaza betalkirina Qanûna Pîşeya Mamosteyan grev li dar xistin.

KEDKARÊN PERWERDEYÊ JI AMEDÊ BANGEWAZÎ KIRIN: TAVILÊ ‘ÖMK’ BETAL BIKIN

14 sendîkayên ku di nav wan de Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) jî heye, li gelek bajaran bi daxwaza betalkirina Qanûna Pîşeya Mamosteyan grev li dar xistin. Xebatkarên perwerdehiyê ku ji bo rojekê çalakiya rawestandina kar lidarxistn, li Qada Derêçiyê ya Amedê li hev kom bûn û beriya daxuyaniyê çûn Dibistana Navîn a Alî Emîrî û banga tevlîbûna grevê kirin. Endamên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen), nûnerên rêxistinên sivîl û rêveberên partiyên siyasî beşdarî daxuyaniyê bûn. Seroka Şaxa Egîtîm Sen a Amedê Zuhal Sezer daxuyanî xwend û daxwazên xebatkarên perwerdehiyê rêz kir. Zuhal Sezer di daxuyanîyê de wiha got: “Tişta pêwist a xebatkarên perwerdeyê ne kariyerek e, lê meaşek minasib, şert û mercên xebatê yên saxlem û pêşerojek ewledar e. Banga me ji Wezareta Perwerdehiya Neteweyî re; nakeve îmtîhana pileya pîşeyê û tavilê Qanûna Pîşeya Mamostetiyê ligel hemû encamên wê betal bike. Divê dengê hevpar ê sendîkayên perwerdeyê bê bihîstin, divê tavilê ji van xeletiyên ku hatine kirin bi şûnde vegerin. Çalakîya kedkarên perwerdeyê bi govendê bi dawî bû. 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.