GÜNDEM

MÎTHAT SANCAR DI KOMCIVÎNÊ DE AXIVÎ

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar di civîna Koma Meclîsê ya partîya xwe de axivî.

MÎTHAT SANCAR DI KOMCIVÎNÊ DE AXIVÎ

SANCAR BERTEK NÎŞANÊ DEVLET BAHÇELÎ DA

BAHÇELÎ TALÎMATÊ DIDE AYM’YÊ Û TEHDÎT DIKE

“ARTIK ANAYASA DİYE BİR ŞEY KALMADI”

“ÊDÎ TIŞTEKÎ BI NAVÊ MAKEQANÛNÊ NEMAYE”

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar di civîna Koma Meclîsê ya partîya xwe de axivî.

Sancar bertek nîşanê gotinên Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ku gotibû "Ne rast e ku Dadgeha Destûra Bingehîn li ser daxwaza HDP'ê dozê şolî bike.” Sancar wiha got, " Bahçelî dibêje ger hûn tavilê vê biryarê li dijî HDP'ê negirin, hûn xayin in. Ma ji vê zêdetir metirsîyek li ser darazê heye? Divê ev tenê weke axaftina MHP'ê neyê fêmkirin. şantajê li Dadgeha Destûra Bingehîn dike. Êdî tiştek bi navê makeqanûnê nemaye."

Sancar, di berdewamîya axaftina xwe de jî destnîşan kir ku hilbijartinên 14'ê Gulanê bûne qonaxeke girîng û wiha pê de çû, “Dema ku biryara hilbijartinê were eşkerekirin, wê bibe demek ji bo efûkirina serokomar. Di hilbijartinan de gel wê biryara herî mezin bide. Em, bi tifaqên xwe yên HDP’ê û bi gelê me re ji vê hilbijartinê re, di kîjan tarîxê de dibe bila bibe, amade ne.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.