NÛÇEYÊN KURDÎ

BERNAMEYA BÎRANÎNA TAHÎR ELÇÎ WÊ 4 ROJAN BIDOME

Baroya Amedê, eşkere kir ku wê bernameya bîranîna Tahîr Elçî 4 rojan berdewam bike.

BERNAMEYA BÎRANÎNA TAHÎR ELÇÎ WÊ 4 ROJAN BIDOME

Baroya Amedê, eşkere kir ku wê bernameya bîranîna Tahîr Elçî 4 rojan berdewam bike. Baroya Amedê ji bo Tahîr Elçî yê ku di 28'ê Mijdara 2015'an de li navçeya Sûrê ya Amedê li ber Minareya Çar Ling bi çekan hate qetilkirin, di 7'emîn salvegera qetilkirina Tahîr Elçî de wê bernameya bîranînê lidar bixin. Baroya Amedê di 25'ê Mijdarê de wê bernameya ya bîranînê ya ji bo 4 rojan, bi pêşandana kurtefîlman destpê bike. Di roja duyemîn a bîranînê de jî wê bi tûrnûvaya satrancê dewam bike, di roja sêyemîn de jî ji bo Xelata Mafên Mirovan a Tahîr Elçî ya 2022'an merasim tê lidarxistin. Di 28'ê Mijdarê de roja ku Tahîr Elçî hat qetilkirin, wê ji ber Edlîyeyê heta ber Minareya Çar Ling meş bê lidar xistin û her wiha wê li ber Minareya Çar Ling daxuyanî bê dayîn. Bernameya bîranînê wê piştî daxuyanîyê bi ziyareta gorê bi dawî bibe.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.