NÛÇEYÊN KURDÎ

MACRON: KURDÊN FRANSA BÛNE HEDEFA ÊRÎŞEKE HOVANE

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, ji ber 3 kesên di êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê hatin qetilkirin, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyama sersaxîyê weşand.

Macron li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û got, “Kurdên Fransayê li navenda Parîsê bûne hedefa êrîşeke hovane. Ji kesên jîyana xwe ji dest dane, ji bo kesên ku têkoşîna jîyanê didin û ji malbat û hevalên wan re sersaxîyê dixwazim.” Li alîyê din nasnameya kesên ku di encama êrîşê de jîyana xwe ji dest dane hatin eşkerekirin. Di daxuyanîya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê de Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil di êrîşê de jîyana xwe ji dest dan e.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.