NÛÇEYÊN KURDÎ

MALÎYETA ÎNŞEATÊ SALANE JI SEDÎ 116,98, MEHANE JI SEDÎ 1,98 ZÊDE BÛYE

Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TUÎK) daneyên endeksa lêçûnên înşeatê eşkere kir.

MALÎYETA ÎNŞEATÊ SALANE JI SEDÎ 116,98, MEHANE JI SEDÎ 1,98 ZÊDE BÛYE

Li gor daneyên TUÎK'ê, endeksa lêçûna înşeatê di Tebaxa 2022'an de li gorî meha borî ji sedî 1.98 û li gorî heman meha sala borî ji sedî 116.98 zêde bû.

Li gor daneyên TUÎKê hat qeydkirin ku di meha borî de endeksa malzeme ji sedî 2.23 û endeksa kedê ji sedî 1.16 zêde bû. Herwiha hat dîyarkirin ku endeksa melzemeyan li gor heman meha par ji sedî 129.61 û endeksa kedê ji sedî 83,84 zêde bû.

Hat dîyarkirin ku endeksa lêçûna înşeatê ya bê avahî li gor meha berê ji sedî 1.10 û li gor heman meha par ji sedî 130.51 zêde bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.