GÜNDEM

MALBATÊN KESÊN WENDAYÎ XWESTIN FAÎLÊN NECATÎ AYDIN BÊN DARIZANDIN

Rêveberên ÎHD’ê û Xizmên Windayan li Amedê xwestin kujerên Necatî Aydin darizdandin.

MALBATÊN KESÊN WENDAYÎ XWESTIN FAÎLÊN NECATÎ AYDIN BÊN DARIZANDIN

Rêveberên ÎHD’ê û Xizmên Windayan li Amedê xwestin kujerên Necatî Aydin darizdandin.

Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 739’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşûyolû ya Amedê li dar xist.  

Di çalakiya vê hefteyê hat xwestin ku kujerên Necatî Aydin ê xebatkarê tenduristiyê ku di 4’ê nîsana 1994’an de hat windakirin pirsîn û serpêhatiya windakirinê hat xwendin.

Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn da zanîn ku ew bi taxrîbatên giran ên bêcezhiştina kujerên cînayetên salên 90’î re rûbirû ne. Serokê Şaxa SES’ê ya Amedê Şiyar Guldîken jî axivî û got, ew ê ala hevalên xwe têkoşînê ku di oxira têkoşîna azadiyê de canê xwe ji dest dane her hilbidin.

Piştî daxuyaniyê, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakî bi dawî bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.