NÛÇEYÊN KURDÎ

MASEYA ŞEŞALÎ WÊ 14 MIJDARÊ DE CARA 8AN BICIVE

Serokên maseya şeşalî wê 14ê Mijdarê roja duşemê, bi mazûvaniya Partiya DEVA, civîna xwe ya heştemîn li dar bixin.

MASEYA ŞEŞALÎ WÊ 14 MIJDARÊ DE CARA 8AN BICIVE

Serokên maseya şeşalî wê 14ê Mijdarê roja duşemê, bi mazûvaniya Partiya DEVA, civîna xwe ya heştemîn li dar bixin. Yek ji mijarên sereke yên civînê jî wê mijara "temînata pornuxumandina jinê" be, ku Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bi pêşnûmeqanûnekê anî rojevê û ji bo wê jî Serokkomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan daxwaza guhertina makeqanûnê kir.

Hat diyarkirin ku di Civîna maseya şeşalî de geşedanên dawî, mijarên wek aborî û polîtîkaya derve de jî wê bên nirxandin. Li gor gotinên nava kulîsan, Meral Akşener a ku naxwaza ev mijar bibe pêvajoya referandûmê, ji bo ku ev yek pêk neyê wê helwesteke giştî bixwaze.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.