NÛÇEYÊN KURDÎ

TANRIKÛLU AQUBETA AVAHÎYA BANKEYA NAVEND Ê BERÊ KIR

Derbarê avahîya Bankeya Navend ya li Amedê ku ji bo bibe muzeya bajêr wê bê veguhertin an na de pirsname pêşkeşê Meclîsê hat kirin.

TANRIKÛLU AQUBETA AVAHÎYA BANKEYA NAVEND Ê BERÊ KIR

Derbarê avahîya Bankeya Navend ya li Amedê ku ji bo bibe muzeya bajêr wê bê veguhertin an na de pirsname pêşkeşê Meclîsê hat kirin.

Parlamenterê CHPê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû, di pirsnameya ku pêşkeşê Meclîsê kir û ji Alîkarê Serokê Giştî Cevdet Yilmaz xwest bersiveke nivîskî bide û wiha pirsî, "Avahîya dîrokî ya Amedê ya ku aîdî Banka Navend e û wek Şaxa Banka Navend ya Amedê tê bikaranîn, Ji bo ku bibe muzeya bajêr, xebat tên kirin?

Heger hewildan hebin ku avahiya Banka Navend bibe muzeya bajêr, aqubeta wê ya niha çawa ye? Bi giştî hejmara muzeyên Amedê çend e? Di navbera 1ê Çileya 2022an û 8ê Mijdara 2023yan da hejmara tûrîstên xwecîhî û bîyanî yên ku li Amedê muzeyan zîyaret kirine çend e? "Ji bo danasîna muzeyên Amedê li tevahîya Tirkîyeyê û navneteweyî zêde bibe, lêkolînên pêwîst tên kirin an wê bên kirin?"

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.