GÜNDEM

MAWEYA QUTKIRINA TELEFONA DESTA YA GIRTINÊ DAKET SALEK

Maweya qutkirina têlefonên desta yên ku jê qet sinyal nayê girtin, daket salekê

MAWEYA QUTKIRINA TELEFONA DESTA YA GIRTINÊ DAKET SALEK

Rêziknameya Guhertina Rêziknameya Qeydkirina Amûrên Xwedî Agahîyên Nasnameya Elektronîkî" ya derbarê bi temamî girtina telefonên desta yên ku nehatine bikaranîn di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Di rêziknameyê de hevoka "heft salên bênavber" wek "ji wergirtina sînyala dawîn salek bênavber" hat guherandin.

Bi rêziknameya ku wê di 1ê Çileya 2024an de bikeve merîyetê, têlefonên desta yên ku saleke sînyala qet jê nehatibe girtin, wê di lîsteya reş de cîh bigirin û qeydên wan ên IMEIyê werin jêbirin.

Ger têlefonek ya di lîsteya reş de bi jimareya abonetîya xwedîyê dawî re were bikar anîn, wê kontrolek were kirin. Ger pêvajoya kontrolê serketî be, wê jimara IMEI ya amûrê ji nû ve were tomarkirin û wê carek din bigirin lîsteya spî.

Serlêdana ji nû ve qeydkirina amûrek ku ji ber kêmbûna sînyalê hatibe girtin, ji hêla xwedîyê dawî yê amûrê ve li ser e-Dewletê were çêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.