NÛÇEYÊN KURDÎ

MECLÎS DESTÛR NEDA KU SULEYMAN SOYLU WERE DARIZANDIN

Di doza ku derbarê Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Suleyman Soylu de ji ber şikandina milê parêzvanê mafên mirovan Aydin Aydogan di çalakîya Dayîkên Şemîyê de hatibû vekirin de, Meclîsa ku rayedartî jê re hatibû erkdarkirin, dozê red kir.

MECLÎS DESTÛR NEDA KU SULEYMAN SOYLU WERE DARIZANDIN

 

Di çalakîya Dayîkên Şemîyê ya 25’ê Tebaxa 2018’an de di hefteya 700’emîn de destê parêzvanê mafên mirovan Aydin Aydogan di mudaxeleya tund a polêsan de hate şikandin. Aydogan derbarê wê midaxaleyê de derheqê polês û Soylu de serlêdanên sûc kir.

Derbarê dosyaya polêsan de biryara bêşopandinê hat dayîn. Aydogan di mehên borî de ji bo darizandina Soylu daxwaznameyek pêşkeşê Meclîsê kiribû. Meclîs daxwaznameyê red kir. Aydogan anî ziman ku ew ê serî li Dadgeha Qanûna Esasî bide.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.