NÛÇEYÊN KURDÎ

XETA BORÎYA NEFTÊ YA IRAQ-TIRKÎYEYÊ VÊ HEFTÊ DEST BI XEBATÊ DIKE

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayê Alparslan Bayraktar ragihand ku xeta boriya neftê ya Iraq-Tirkiyeyê ji îro pê ve amade ye û wê di nava vê hefteyê de bixebite.

Wezîr Bayraktarê ku li Fûar û Konferansa Petrolê ya Navneteweyî ya Ebû Dabiyê (ADIPEC) daxuyanî da, diyar kir ku bi danîna xetê ve wê rojê nîv milyon bermîl petrol derkeve piyaseyê.

Ji ber erdhejên li navenda Mereşê ku di 6ê Sibatê de pêk hatin, û her wiha lehî û felaketên bi vê rengê, xeta boriya neftê xisar lê hat û dihat tamîr kirin.

Bayraktar diyar kir ku Tirkiyeyê bi Projeya Xeta Gazê ya Trans-Anatoliyayê (TANAP) rêjeyeke girîng gaz sewqê Ewropayê kir û wiha got: "Ji îro pê ve em bi xeta boriya Balkana Rojava ji Macarîstan, Bulgarîstan, Romanya û Moldovayê re gazê dişînin. Her diçe dibe navendeke gaza xwezayî."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.