NÛÇEYÊN KURDÎ

MECLÎS Jİ BO LÊKOLÎNÊ WÊ KOMÎSYONEK BIŞÎNE GAZE’YÊ

Meclîs ji bo binpêkirinên mafên mirovan di cîh de lêkolînê bike, komîsyonek lêkolînê dişîne herêma Gaze ya Filistînê.

MECLÎS Jİ BO LÊKOLÎNÊ WÊ KOMÎSYONEK BIŞÎNE GAZE’YÊ

Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsa Mezin a Tirkîyeyê derbarê êrîşên Îsraîlê yên li ser Gazeyê de civînek li dar xist.

 

Seroka Komîsyonê û Parlamentera AKP'ê ya Osmanîyeyê Derya Yanîk piştê civînê li ser navê Komîsyonê daxuyanî da çapemenîyê û wiha got:

"Bi girtina parîyek biçûk a ku nêzê 1,5 milyon kes tê de asê mane, ji bejahî, hewayî û deryayê kiryarên wan binpêkirina hemû rêgezên hiqûqa navneteweyî ye û di encama van kiryaran de zêdetirê 5 hezar sivîl, di nav de zêdetirê 2 hezar pitik û zarok hatin kuştin û zêdetirê 10 hezar sivîl birîndar bûn, em bi fikarîyeke mezin vê trajedîya mirovahîyê dişopînin.

Dabînkirina ewlekarîya sivîl û rehîneyên Filistînî û Îsraîlî ji her du alîyan ve di nav pêşaneyên me yên sereke de ye.

Tirkîye ji roja ewil ve ji bo ku trajedîya mirovî ya ku ji ber êrîşên hovane yên komkujî yên Îsraîl derketîye holê rawestîne di warê alîkarîyên sîyasî, dîplomatîk û mirovî de tiştên ku divê bên kirin di asta herî jor de pêk tîne.

Me dest bi xebata xwe kir ku serdana herêma Gaze ya Filistînê bikin da ku binpêkirinên mafên mirovan di cîh de lêkolîn bikin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.