GÜNDEM

MELAYÊ MIZGEFTA MECLÎSÊ BÛYE SERŞÊWIRMENDÊ SEROKÊ MECLÎSÊ

Di pêvajoya salnameya hilbijartinê ya 14'ê Gulanê de hat dîyarkirin ku hin xebatkarên Meclîsê ya ku dihat îdiakirin ku gelek tayînên nû lê hatine kirin, di rojekê de bi du tayînên cuda hatine "terfî" kirin.

MELAYÊ MIZGEFTA MECLÎSÊ BÛYE SERŞÊWIRMENDÊ SEROKÊ MECLÎSÊ

Di pêvajoya salnameya hilbijartinê ya 14'ê Gulanê de hat dîyarkirin ku hin xebatkarên Meclîsê ya ku dihat îdiakirin ku gelek tayînên nû lê hatine kirin, di rojekê de bi du tayînên cuda hatine "terfî" kirin.

Li gor nûçeya Huseyîn Şîmşek a ji BîrGûnê, hat dîyarkirin ku di pêvajoya hilbijartinê de li Meclîsê tenê xebatên qanûndanînê hatine rawestandin û di pêvajoya hilbijartinê de jî gelek tayînên bi nîqaş li Serokatîya Meclîsê hatine kirin.

Tayînên navborî ji bo personelên daîmî û ji bo kesên di kadroya karmendê de ne hatine tetbîq kirin. Her wiha hat destnîşankirin ku hejmara van tayînên dawî bi "sedan" hatîye îfadekirin. Li gor vê yekê, tayînkirin piranî bi rêya midûrîyeta ofîsa taybet hatine kirin.

 Di çarçoveya van tayînkirinan de polêsê parêzvan weke cîgirê serokê beşa xizmetên piştevanîyê hatîye tayînkirin. Hat îddîakirin ku melayê ku li mizgefta Meclîsê nimêja nîvro dida kirin, wek Serşêwirmendê Serokê Meclisê hatîye tayîn kirin. Yek ji van tayînên sosret jî derbarê wezîfeya M.Y’yê ku wek karmendê Meclîsê dixebit e.

AWezîfeya M.Y di nava rojekê de 2 caran guherî û di rojekê de du caran wesfê karmend guherî. Li Meclîsê li gor qanûnan divê bi ezmûnê terfî bihata kirin lê li gor tê îdîa kirin, hemû guhertina wezîfeyan û terfî kirin bi tayînan pêk hatîye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.