GÜNDEM

ORAL Ê CHPYÎ: SIBEHA 15Ê GULANÊ WÊ KLAVYE AZAD BIBIN

Alîkarê Serokê CHPê yê Bajarê Amedê û Berdevkê bajêr Mahmut Oral, di bernameya Amed Radyo TVyê ku beşdar bû de axivî û got, "Şeva ewil a ku em bên ser îktîdarê, "Peymana Stenbolê" wê bi biryarnameyekê li Tirkiyeyê dîsa têkeve merîyetê." Berdevkê CHPê yê Bajarê Amedê Mahmut Oral di Bernameya Yerel Gundem ya ku moderatoriya wê Melek Demir birêve dibe ya Amed Radyo TVyê de daxuyaniyên girîng da.

Oral bal kişand ser şîdeta li ser jinê û wiha got, "Şeva ewil a ku em hatin îktîdarê, wê şevê bi biryarnameyekê "Peymana Stenbolê" wê dîsa li Tirkiyeyê bi cann bibe û têkeve merîyetê." Oral, anî ziman ku di bin desthilatdariya CHP'ê de wê hemû zilm bi dawî bibe û wiha berdewam kir "Rojnameger wê di sibeha 15'ê Gulanê de bê tirs binivîsin. Klavye wê azad bibin.

Di berdewama axavtina xwe de jî Oral, bertek nîşanê îdiaya Muharrem Înce ya “Ez ji bo maseyê nehatime vexwendin” jî wiha got: “Kesên bi vê mijarê re têkildar diyar kirin ku her yekî ji wan du caran bi wî re hevdîtin kirine.

Yek ji wan ji Amedê Hikmet Çetin û yek ji siyasetmedarên herî girîng Fîkrî Saglar e. Lê çawa çêdibe ku Muharrem Înce dibêje tu kesî bi min re neaxiviye.”  Li ser pirsa ku dibêje “Kurd piştgiriya Kiliçdaroglu dikin. Gelo CHP çi sozê didin Kurda” Oral wiha bersivda: “CHP xwedî îradeya çareserkirina vê pirsgirêkê ye. Ne weke AKPê ku li pişt derîyê girtî, Ew ê li Meclîsê û bi hevdîtina gel re çareser bike.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.