NÛÇEYÊN KURDÎ

MILLEY: 100 HEZAR LEŞKERÊN RÛS HATIN KUŞTIN Û BIRÎNDARKIRIN

Şêwirmendê leşkerî yê Serokê Amerîka Joe Biden, General Mike Milley ragihand ku 100 hezar leşkerên Rûsyayê di şerê Ukraynayê de hatine kuştin an hatine birîndarkirin.

General di axaftina xwe ya li New Yorkê de got: “Xuyaye ku zêdetirî 100 hezar leşkerên Rûs hatine kuştin an jî birîndar bûne. Dibe ku heman hejmar li aliyê Ukraynayê jî be. Her du welat jî derbarê windahiyên leşkerî de tu daxuyanîyê nadin. Di van rojên dawî de, Ukrayna sînyalan dide ku mimkun e vegere ser maseya dîyalogê.”

Her wiha Şêwirmendê leşkerî yê Joe Biden, destnîşan kir ku di pevçûnan de 40 hezar sivîl jî mirine. Ev yek weke bîlançoya herî giran a windahiyên ku rayedarekî rojavayî eşkere kiriye hate tomarkirin. 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.