NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎMO: EM Ê AVAHÎYÊN DERQANÛNÎ EŞKERE BIKIN

Hevserokê Odeya Endezyarên Înşaetê ya Şaxa Amedê Mahsum Çîya Korkmaz, dîyarkir ku ew ê hemû înşaatên derqanûnî ê li Amedê eşkere bikin.

ÎMO: EM Ê AVAHÎYÊN DERQANÛNÎ EŞKERE BIKIN

Hevserokê Odeya Endezyarên Înşaetê ya Şaxa Amedê Mahsum Çîya Korkmaz, dîyarkir ku ew ê hemû înşaatên derqanûnî ê li Amedê eşkere bikin. Korkmaz li ser avahîyên bêhiqûqî û hilweşîna mizgefta li Amedê nirxand û dîyarkir ku avahîyên derqanûnî, jiyana karker û kedkaran dixe metirsîyê û xwest ku ev avahî bên terikandin. Korkmaz, destnîşan kir ku li Amedê gelek avahîyên derqanûnî hene, lê hejmara wan ne dîyar e û ji bo pêşîgirtina li avahîyên derqanûnî, hişyarîkirina gel girîng e. Korkmaz wiha got; “Tiştê herî mezin ku em ê wek rêxistinên pîşeyî û rêxistinên sivîl bikin ev e; em vê rewşê ji tevahî civakê re bibêjin û van kiryarên derqanûnî derxin holê. Em ê hem bi hiqûqê hem jî li kolanan li ber xwe bidin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.