NÛÇEYÊN KURDÎ

MPKE RÛSYA WEK “REJÎMA TERORÊ” ÎLAN KIR

Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) bi biryarekê, Rûsyaya ku bi Ûkraynayê re di nava şer û pevçûnan de ye weke "rejîmeke terorîst" îlan kir. Bi vê biryarê bû saziya yekemîn a navneteweyî ku vê yekê kirî ye.

MPKE RÛSYA WEK “REJÎMA TERORÊ” ÎLAN KIR

Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) bi biryarekê, Rûsyaya ku bi Ûkraynayê re di nava şer û pevçûnan de ye weke "rejîmeke terorîst" îlan kir. Bi vê biryarê bû saziya yekemîn a navneteweyî ku vê yekê kirî ye.

Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê bi şermezarkirina êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê re banga hevgirtinê li Ukraynayê kir û destnîşan kir ku li rojhilatê Ukraynayê 4 herêmên di encama referandûmê de ji aliyê Rûsyayê ve hatine dagirkirin ne rewa ye.

Di dengdayînê de ji 100 parlementerên ku beşdarî dengdayînê bûn 99 parlementeran dengê erê dan, tenê Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê û Wekîlê Stenbolê Sefîrê xanenişîn Ünal Çevîkoz bêalî man.

Parlamenterê Amedê yê AKPê Mehdî Eker, Wekîla Eskîşehîrê Emîne Nur Gunay, Parlamentera Antalyayê Sena Nur Çelîk û Parlamenterê ÎYÎ Partiyê yê Mêrsînê Zekî Hakan Sîdalî piştgirî dan biryara ku Rûsya wek "rejîma terorê" bi nav dike û dengê xwe dan.

Çevîkoz ê CHP'yî yê ku ji biryarê re bêalî ma û di vê çarçoveyê de deng da, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî beyan kir ku, "Raporek pir tevlihev bû. Guhertin bi awayekê munasîb nehat berme . Gelek serastkirinên devkî yên deqeya dawîn tevliheviya hişê min zêde kirin. Ez bi temamî piştgiriya Ukraynayê dikim û êrîşa Rûsyayê şermezar dikim. Min dengê na neda, berteka min li ser tevliheviyê bû.”

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.