NÛÇEYÊN KURDÎ

NÛNÊRÊN PARTÎYA SIYASÎ: ROJNAMEVANAN BERDIN

Nûnerên partîyên siyasî yên Amedê, di derbarê binçavkirina 21 rojnamevan de daxuyanî dan.

NÛNÊRÊN PARTÎYA SIYASÎ: ROJNAMEVANAN BERDIN

Nûnerên partîyên siyasî yên Amedê, di derbarê binçavkirina 21 rojnamevan de daxuyanî dan. Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulîstan Atasoy di derbarê mijarê de wiha got; "Çapemenîya azad civakê agahdar dike û bi berpirsyarîya parvekirina agahîyên rast û saxlem rêya xwe didomîne. Ev operasyon jî ji bo vê rastîyê bi temamî veşêrin tên kirin." Endamê Lîjneya Rêveber a Parêzgeha Amedê ya Partîya Karkeran ya Tirkîyeyê (TÎP)  Furkan Erdogan dîyarkir ku rojnamevan ji alîyê raya giştî ve hatine tirsandin û wiha got; “Dengê me wê her tim li dijî zilm û îşkenceyê bilind û yekgirtî be” Serokê Giştî yê Partîya Demokrasî û Atîlimê (DEVA) ya Amedê Cîhan Ulsen jî, bal kişand ser serwerîya azadîya çapemenîyê ya ji alîyê hikûmetê ve û daxwaz kir ku rojnameger bi lêzgînî bên berdan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.