NÛÇEYÊN KURDÎ

NÛNERÊ TÛGVA’YÊ LI ŞAREDARÎYA MEZIN WEK SEROKÊ DAÎREYÊ HAT TAYÎN KIRIN

Nûnerê TÛGVA’yê ji bo Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, wek Serokê Daîreyê hat tayînkirin.

NÛNERÊ TÛGVA’YÊ LI ŞAREDARÎYA MEZIN WEK SEROKÊ DAÎREYÊ HAT TAYÎN KIRIN

Nûnerê TÛGVA’yê, ji bo Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, wek Serokê Daîreyê hat tayînkirin.

Nûnerê Walîtîya Amedê yê Weqfa Ciwanan a Tirkîyeyê (TÛGVA) Omer Bugday, ji bo Serokatîya Daîreya Ciwanî û Sporê ya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ku ya di bin rêveberîya qeyûmê de ye, hat tayînkirin. Hat dîyarkirin ku li şûna Mehmet Kesen, ê ku ji alîyê Walîyê Berê û Qeyûmê Amedê Mûnîr Karaloglu ve îstîfaya wî hatibû xwestin, Omer Bugday hat tayînkirin. Hat dîyarkirin ku qeyûm 3 roj berîya ku ji wezîfeyê were girtin vê tayînê kirîye. TÛGVA her tim bi îdîayên "kadrotî, qezancên neheq, li gora dilê xwe bikaranîna milkê gel, zext li memûrên giştî û torpîl kirin" di rojevê de ye. Nûnerê TÛGVA'yê ya Amedê Bugday ku hat tayînkirin, îdîa kir ku ew ji ber karê xwe hatiye wezîfedarkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.