AMED

NAHÎT EREN: EM Ê DERBARÊ ALTAYLI DE GILÎYÊ SÛC BIKIN

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren dîyar kir ku ji ber gotinên heqaretê yên Rojnamevan Fatîh Altayli yên li Şêx Seîd kirîye, wê serlêdana sûc bikin.

NAHÎT EREN: EM Ê DERBARÊ ALTAYLI DE GILÎYÊ SÛC BIKIN

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren dîyar kir ku ji ber gotinên heqaretê yên Rojnamevan Fatîh Altayli yên li Şêx Seîd kirîye, wê serlêdana sûc bikin.

Nîqaşa ku li ser navê bulvara Şêx Seîd ku ji alîyê qeyûmê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ve hatîye çêkirin de dest pê kiribû, berdewam dike. Piştê Partîya Zafer û Partîya Vatan, rojnamevan Altayli jî heqaret li Şêx Seîd kir. Eren li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û got ku ew ê li hemberê heqareta Altayli bêdeng nemînin.

Eren wiha berdewamkir, “Em ê li hemberê êrîşa qirêj a ji Şêx Seîd re bêdeng nemînin. Ev zîhnîyeta ku xwe tenê xwedîyê welat dibîne, ji rewşa ku em tê de ne berpirsyar e. Baroya Amedê wê gilîyên pêwîst ên sûc bike. Êrîşkirina nirxên Kurdan ne ewqas hêsan e.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.