NÛÇEYÊN KURDÎ

NAMZEDÊ SEROKKOMARÎYÊ YÊ KOMA AKPÊ ERDOGAN E

Koma Meclîsê ya AKP'ê derbarê namzetîya Serokkomarîyê ya Recep Tayyîp Erdogan de biryara komî wergirt.

NAMZEDÊ SEROKKOMARÎYÊ YÊ KOMA AKPÊ ERDOGAN E

Koma Meclîsê ya AKP'ê derbarê namzetîya Serokkomarîyê ya Recep Tayyîp Erdogan de biryara komî wergirt.

Di Koma Meclisa AKP'ê ya ku ji çapemenîyê re girtî hat kirin de, ji Serokê Lijneya Giştî ya Koma AKP'ê re daxuyanî hat dayîn û hat gotin, "Li gorî xalên 101. ên Destûra Bingehîn û yê 8emîn ya Qanûna Hilbijartinê ya Serokomarîyê, di Hilbijartina Serokkomarîyê ya ku wê di 14ê Gulana 2023an bê kirin, em birêz Recep Tayyîp Erdogan wek namzed destnîşan dikin" Parlamenterên beşdarî civînê bûn, ji bo ku Erdogan wek namzedê serokkomarîyê destnîşan bikin, pûsûla îmze kirin. Piştî civînê Serokê Koma AKP'ê Îsmet Yilmaz daxuyanî da û wiha got, “Wekîlên me yên beşdarê Civîna Komê bûn, bi yekdengî biryar dan ku Serokê me yê Giştî yê AK Partîyê Recep Tayyîp Erdogan îro ji alîyê Koma AK Partîyê ve wek namzedê me yê serokkomarîyê hatîye dîyar kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.