NÛÇEYÊN KURDÎ

NASA PIŞTÊ 50 SALAN CAREK DIN DIÇE HEYVÊ

Daîreya Feza û Hewayî ya Netewî ya Amerîkayê (NASA) ku ev 10 sal in li ser mîsyonê dixebite, îro gaveka girîng davêje û wesayîta fezayê ya bi navê Artemîsê dişîne fezayê.

Wesayîta fezayê ku wek Sîstema Hilavêtina Fezayê tê naskirin wê kapsûla bi navê Orîonê bibe rêgeha Heyvê. Hat dîyarkirin ku ev wesayît girîngtirîn wesayîta NASA’yê ya heta îroyê ye. Kapsûla bi navê Orîon ji bo mîsyona 42 rojan temam bike, dişînin Heyv û dora wê û di 10’ê Cotmehê de ew ê li herêma San Dîegoyê dakeve Okyanosa Mezin û peywira xwe temam bike. Hat ragihandin ku mebesta sereke ya NASA’yê ew e ku herêmên ku tê texmînkirin lê avên qeşagirtî yên mîlyar salan hene were keşifkirin. Her wiha pêşbînîya lêkolîneran ew e ku dibe dahatûyê de ev qeşayî wek ava vexwarin û sotemenîyê were bikaranîn. 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.