NÛÇEYÊN KURDÎ

NETANYAHU JI ERDOGAN RE GOT: NIKARE DERSÊN EHLAQÎ BIDE ME

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ji Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re got, "Erdogan kesê herî dawî ye ku behsa mafên mirovan bike."

NETANYAHU JI ERDOGAN RE GOT: NIKARE DERSÊN EHLAQÎ BIDE ME

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ji Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re got, "Erdogan kesê herî dawî ye ku behsa mafên mirovan bike."

Ji gotinên Serokkomar Erdogan ên wek “Ez ji vir bangê Netanyahû dikim, bombeya atomê ya te heye yan na? Heke wisa ye, rave bike. Ey Îsraîl bombeya atomê ya te heye û tu bi wê tehdîd dikî.Dawiya we êdî tê. Çîyê te hebe bila hebe tuyê biçe" re Netanyahu bertek nîşan da û got, "Nikare dersên exlaqî bide me. Yê herî dawî behsa mafên mirovan bike Erdogan e."

Ji alîyê din ve Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Elî Cohen jî got, "Yên ku serekên terorîstan dihewînin û rêxistinên terorê teşwîq dikin, wê ji dewleta Îsraîlê re behsa ehlaqê neke."

Wezareta Karên Derve bertekên tund nîşanê daxuyanîyên Netanyahu û Cohen ên skandal ên ku Tirkîye û Serokkomar Erdogan dike hedef, da. Di daxuyanîya ku ji alîya Wezaretê ve hat dayîn de wiha hat gotin: "Rayedarên Îsraîlî yên ku bi zulm û qetlîamên ku li gelê Filistînê kirine ketine rûpelên tarî yên dîrokê, mafê wan tune ku qala hiqûqê bikin. Teşwîqkar û kiryar ev sûcên li dijî mirovahîyê ku di raya giştî ya cîhanê de hêrseke kûr derxist holê, zû yan dereng wê bên darizandin."

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.