NÛÇEYÊN KURDÎ

NEXWEŞXANEYA ZAROKAN A AMEDÊ DI ROJEVA MECLÎSÊ DE YE

Li Meclisê derbarê rewşa giştî ya Nexweşxaneya Zarokan a Amedê û nexweşxaneyên bajêr û pirsgirêkên xebatkarên tenduristîyê de daxuyanî hat dayîn.

NEXWEŞXANEYA ZAROKAN A AMEDÊ DI ROJEVA MECLÎSÊ DE YE

Li Meclisê derbarê rewşa giştî ya Nexweşxaneya Zarokan a Amedê û nexweşxaneyên bajêr û pirsgirêkên xebatkarên tenduristîyê de daxuyanî hat dayîn.

Parlamenterê Partîya Çepên Kesk a Amedê Serhat Eren, derbarê pirsgirêk û kêmasîyên li nexweşxaneyên dewletê yên li bajêr bi taybetî Nexweşxaneya Zarokan a Amedê û pirsgirêkên xebatkarên tenduristîyê dijîn, li Meclîsê daxuyanî da çapemenîyê.

Eren piştê daxuyanîya xwe di parvekirina xwe de wiha got; "Li nexweşxaneyên me asansor xera bûne, pergalên germkirin û sarkirinê xelet in, avahî kevn in û ne ewle ne, xwarina ku ji karker û nexweşan re tê dayîn ne bi kalîte ye, ewlekarîya kar kêm e, kedkarên tenduristîyê ji bilî karen xwe tên xebitandin, mafê wan ê sendîkayê tê astengkirin, mobîng heye, bi kamerayan kedkar her tim tên şopandin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.