NÛÇEYÊN KURDÎ

NIFÛSA CÎHANÊ DI 2023AN DE 66 MILYON ZÊDE BÛ

Nifûsa cîhanê di sala 2023an de 66 milyon zêde bûye.

NIFÛSA CÎHANÊ DI 2023AN DE 66 MILYON ZÊDE BÛ

Nifûsa cîhanê di sala 2023an de 66 milyon zêde bûye.

Weqfa Nifûsa Cîhanê ya Almanya (DSW) daneyên xwe yên li ser nifûsa cîhanê eşkere kir û dîyar kir ku dê di sala 2023’an de nifûsa cîhanê bi qasê 66 mîlyon kesê zêde bûye.

Li gorê daneyên DSW’ê hat dîyarkirin ku li cîhanê ji destpêka sala 2024’an ve 8 milyar û 73 milyon û 859 hezar û 407 kes dijîn. Di daxuyanîya ji alîyê DSW'ê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku her çend hejmara herî dawî ya ku heta niha hatîye tespîtkirin herî zêde ye jî, li cîhanê bi dehan sal e hejmara zêdebûnê kêm dibe.

Li gorê daneyên Neteweyên Yekbûyî, di navbera salên 1965 û 1970 de hejmara mirovên li ser rûyê erdê herî bi lez zêde bûne. Lêbelê piştê wan salan, zêdebûna nifûsa cîhanê hema hema nîvî kêm bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.