GÜNDEM

NOBEDA EDALETÊ YA MALBATA ŞENYAŞAR 597 ROJ IN BERDEWAM DIKE

Nobeda Edaletê ya ji aliyê Malbata Şenyaşar ve li ber Edliyeya Rihayê hat destpêkirin di roja 597’an de berdewam kir.

NOBEDA EDALETÊ YA MALBATA ŞENYAŞAR 597 ROJ IN BERDEWAM DIKE

Nobeda Edaletê ya ji aliyê Malbata Şenyaşar ve li ber Edliyeya Rihayê hat destpêkirin di roja 597’an de berdewam kir.

Ferît Şenyaşar der barê nobedê de diyar kir ku nobeda ku bi dayika xwe re dane destpêkirin gihaştiye ber 2 salan.

Şenyaşar, anî ziman ku li pêşiya wan zivistan e heye û hem jî hilbijartinên ku wê çarenûsa Tirkiyeyê diyar bikin heye û got, "Hemû partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê têkoşîna edaletê ya dayika min dişopînin û hemû partiyên siyasî edaleta ku her kesî xwestiye hembêz kiriye."

Şenyaşar, diyar kir ku dayika wî Emîne Şenyaşar nexweş e, divê ji çok û çavê xwe emeliyat bibûya, lê belê dibêje heta ku edalet pêkneyê ez naçim emelyat nabim û wiha pê de çû; "Em ji vir bang li hemû wezîfedarên xwedî wijdan û hikûmetê dikin ku di zûtirîn dem de neheqî û bêhiqûqiyê rakin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.