NÛÇEYÊN KURDÎ

NY: ERDHÊJA DAWÎN 10 QAT JI YA 1999AN ZÊDETIR KAVIL ÇÊKIRÎ YE

Ajansa Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) derbarê avahiyên piştê erdheja Mereşê xisar dîtine, û kesên ku ji ber vê yekê bê mal mane û derbarê kavilan de texmîna xwe eşkere kir.

Li gor daneyên UNDP’ê piştê erdhejên Mereşê nêzî mîlyon û nîv însan bê mal mane. Her wiha UNDP'ê da zanîn ku di erdhejê de zêdetirî 160 hezar avahiyên ku 520 hezar daîre lê hene hilweşiyane, yan jî zirareke mezin dîtine, ji ber vê pêwîstî bi avakirina 500 hezar xaniyên nû heye.

Tê texmînkirin ku maliyeta 200 hezar xanî û 70 hezar xaniyên gundan ên ku tê plankirin wê bên çêkirin, wê bibe 15 milyar dolar.

UNDP'ê bi bîr xist ku ji ber erdhejê di navbera 116 mîlyon û 210 mîlyon ton kavil çêbûye ku dema were qiyas kirin, kavilê erdheja Marmarayê ya sala 1999'an çêbûbû, derdora 13 mîlyon ton bû. Tê vê wateyê ku kavilên erdhêjên Mereşê 10 qat ji ya Marmarayê ya ku di 1999an de çêbû zêdetir e.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.