GÜNDEM

ODEYA AVAHÎSAZAN YA AMEDÊ AVAHÎYÊN LI QERAXA DÎCLEYÊ PIRSÎN

Zêdebûna avahiyên qaçax ên li qeraxa Çemê Dîcle ya Amedê, bala Odeya Avahîsazan ya Amedê kişand.

ODEYA AVAHÎSAZAN YA AMEDÊ AVAHÎYÊN LI QERAXA DÎCLEYÊ PIRSÎN

Zêdebûna avahiyên qaçax ên li qeraxa Çemê Dîcle ya Amedê, bala Odeya Avahîsazan ya Amedê kişand. Her sal avahîyên nû li qehwexane û xwaringehan li qeraxa çemê Dîcleyê zêde dibin û hinek ji wan dibin sedema qirêjîya dîtbarî. Odeya Avahîsazan ya Amedê piştê zêdebûna gilîyan ji ber dîmenên ku bi taybetî li ser Pira Deh Derî û rêya Derîyê Mêrdînê ne û welatîyan bêzar dikin,  dest bi xebatekê kir û di derbarê mijarê de dest bi lêkolînê kir. Odeyê dîyarkir ku ji bo avahîyên li herêmê neqanûnî bibin wê dest bi xebatên hiqûqî bikin. Odeya Avahîsazan bi nivîskî serî li Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê da û pirsî ka avahîyên li ser rêyê ku tê de kafe, çay û kargehên xizmetguzarîya xwarinê yên ku her sal hejmara wan zêde dibe ne qaçax in an na. Şaredarîyê jî hê bersiv nedaye daxwaza odeya avahîsazan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.