NÛÇEYÊN KURDÎ

OSYMÊ CÎHÊ EZMÛNA XWENDEKARÊN AMEDÊ LI ENQEREYÊ NÎŞAN DA

Navenda Hilbijartin û Bicihkirinê ya Xwendekaran (OSYM) ragihand ku belgeyên Ezmûna Sazîyên Xwendina Bilind (YKS) yên 2023an hatine amade kirin.

OSYMÊ CÎHÊ EZMÛNA XWENDEKARÊN AMEDÊ LI ENQEREYÊ NÎŞAN DA

Navenda Hilbijartin û Bicihkirinê ya Xwendekaran (OSYM) ragihand ku belgeyên Ezmûna Sazîyên Xwendina Bilind (YKS) yên 2023an hatine amade kirin.

Ji bo xwendekarên ku Amedê wek cîyê îmtîhanê hildibijêrin, ÖSYMê di pergala îmtîhanê de cîhê têketina ezmûnê wek dibistanên Enqereyê ragihand.  Derbarê mijarê de OSYMê daxuyanî û wiha got,  "Ji bo mexdûrên erdhêjê ku wê di 17 û 18ê Hezîrana 2023yan da bikevin ezmûna YKSya 2023an, li dervayê navenda îmtîhanê ya ku lê dijîn, wê lêçûnên wan ên hatûçûna wan bê dayîn.  Ji ber wêranîya ku piştê erdhêjên navenda Mereşê li bajarên herêmê qewimîn û serlêdanên sala 2023-YKS'ê zêde bûn, hejmara namzetan ji kapasîteyên avakirinê yên li herêmê gelekî zêdetir bû. Ji ber rewşa awarte, hejmarek sînordar ji namzedan li navendeke îmtîhanê ya li derveyê bajar an jî Navçeya ku lê dimînin hatine erkdarkirin. Xwendekarên ku xwestin rewş bê sererastkirin bi hesabên xwe yên medyaya civakî bertek nîşanî ÖSYMê dan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.