GÜNDEM

PÊGIRTÎYÊN AMEDSPOR Û DÎYARBEKÎRSPORÊ: STADYUM YA GEL E!

Ji bo protestokirina cudakariya li hemberê tîmên futbolê ên bajêr, bi taybetî jî îhaleya stadyumê ya li Amedê, alîgirên AmedSpor û Diyarbakirsporê li Derîyê Çîya li ser Qada Şêx Saîd daxuyanî dan çapemeniyê.

PÊGIRTÎYÊN AMEDSPOR Û DÎYARBEKÎRSPORÊ: STADYUM YA GEL E!

 

Ji bo protestokirina cudakariya li hemberê tîmên futbolê ên bajêr, bi taybetî jî îhaleya stadyumê ya li Amedê, alîgirên AmedSpor û Diyarbakirsporê li Derîyê Çîya li ser Qada Şêx Saîd daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de daxûyanîya hevpar Xebat Demîr xwend û pankartên bi nivîsa "Stadyûm ê gel in" hatin vekirin.

Demîr, diyar kir ku divê pêkanînên cûdakarîyê yên li hemberê tîmên wan, bi taybetî veqetandina Stadyûma Amedê demildest bên rawestandin û bal kişand ku hemû hewldanên ji bo stadyûmê ji tîman re bên veqetandin, bê encam man. Koma ku piştê daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk anî, Midûriyeta Werzîşê ya Ciwanan û rayedarên ku piştgirî nedan kulûban bi çepikan protesto kirin.  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.