NÛÇEYÊN KURDÎ

PÊŞANGEHA DÎFAKÊ YA DI DERBARÊ PÊVAJOYA HILWÊŞANDINA BEN Û SEN’Ê DE ÎRO VEDIBE

Komeleya Hunera Wênekêş a Amedê (DÎFAK) ragihand ku ji bo wêne û belgefîlma ku li ser hilweşandin û koçberîya li Taxa dîrokî ya Amedê Ben û Senê çêkirine, îro pêşangehekê li dar dixe.

PÊŞANGEHA DÎFAKÊ YA DI DERBARÊ PÊVAJOYA HILWÊŞANDINA BEN Û SEN’Ê DE ÎRO VEDIBE

Komeleya Hunera Wênekêş a Amedê (DÎFAK) ragihand ku ji bo wêne û belgefîlma ku li ser hilweşandin û koçberîya li Taxa dîrokî ya Amedê Ben û Senê çêkirine, îro pêşangehekê li dar dixe. Hate zanîn ku bi hezaran welatîyên li Taxa Ben û Sen a dîrokî, ku weke "Baxçeyê Neteweyê" hatibû îlankirin û biryara hilweşandinê hatibû dayîn, koçber bûn. Di pêşangeha ku bi piştgirîya Bernameya Ramana Sivîl a Yekîtîya Ewropayê hat bidawîkirin de bal hat kişandin ser pêvajoya hilweşandinê ya li Ben û Senê. Hat diyarkirin ku pêşangeh wê îro saet di 18:00’an de li salona pêşangehê ya DÎFAKê were vekirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.