NÛÇEYÊN KURDÎ

PÊŞNÎYARA HDP'Ê YA TABELAYA ZAZAKÎ Û KURMANCÎ BI HINCETA 'PÊWÎST NAKE' HAT REDKIRIN

Berdevkên koma HDP’ê Ferhat Yildirim û Canan Baraç, di Civîna Meclîsa Şaredarîya Çewlîgê de, pêşniyara daliqandina tabelayên Zazakî û Kurmancî li kêleka tabelaya tirkî ya li derîyê bajêr kirin.

PÊŞNÎYARA HDP'Ê YA TABELAYA ZAZAKÎ Û KURMANCÎ BI HINCETA 'PÊWÎST NAKE' HAT REDKIRIN

Berdevkên koma HDP’ê Ferhat Yildirim û Canan Baraç, di Civîna Meclîsa Şaredarîya Çewlîgê de, pêşniyara daliqandina tabelayên Zazakî û Kurmancî li kêleka tabelaya tirkî ya li derîyê bajêr kirin. Pêşnîyar, bi gotina 'Pêdivîya xebateke bi vî rengî nîne' hat redkirin. HDP’ê di derbarê mijarê de daxuyanî da. Di daxuyanîyê de hat gotin ku ev pêşnîyar ji alîyê AKP'ê ve bi gotina 'Pêdivîya xebateke bi vî rengî nîne' hatiye redkirin. Di daxuyanîyê de wiha hat gotin; “Em li bendê ne ku meclîsa bajêr careke din pêşnîyara me binirxîne û wekî Koma HDP’ê em bi rêzdarî raya giştî ya Çewlîgê agahdar dikin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.