NÛÇEYÊN KURDÎ

PAKÊTA PIŞTGIRÎYA DERBARÊ VEGUHERÎNA BAJÊR DE HAT DÎYARKIRIN

Hûrgiliyên pakêta fînansê ya nû ya ku di çarçoveya xebatên Wezareta Xezîne û Darayî û Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê ya ji bo avakirina avahiyên nû û veguherîna bajaran de hatîye amadekirin, hat eşkerekirin.

Di çarçoveya pakêta fînansê ya ku hatiye amadekirin de, ji bo her kesî 1 milyon û 250 hezar lîre îmkanên fînansekirinê tên dayîn û heta 840 pûanên bingehîn ji lêçûnên fînansekirinê wê bên girtin.

Wekî din, bi tevlêkirina pergala garantiya bi piştgirîya Xezîneyê (KGF) di çarçovê de, peymankar û hilberînerên xaniyan wê di pêvajoya veguherîna bajêr de, di bin şert û mercên munasîb de bigihîjin fînansê.

Di çarçoveya pergala garantiya bi piştgirîya Xezîneyê de, rêjeya tezmînatê ya ku heya niha hatîye sepandin wê ji bo vê pakêtê, ji sedî 7 bibe ji sedî 9.

Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê Murat Kurum di peyama xwe de wiha got; “Em cara ewil teşwîqê didin mutehîdên ku wê veguherîna bajêr bikin. Em bi 48 meh mawe, 12 meh jî bê dayîn derfeta kredîya 250 mîlyon lîre didin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.