NÛÇEYÊN KURDÎ

PARÊZER ARYEN TÛRAN SERBEST HAT BERDAN

Edamê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (ÖHD) Parêzer Aryen Turan a ku hatibû binçavkirin, bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derve hat berdan.

PARÊZER ARYEN TÛRAN SERBEST HAT BERDAN

Edamê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (ÖHD) Parêzer Aryen Turan a ku hatibû binçavkirin, bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derve hat berdan. Ji ber axaftina xwe ya li ser navê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz ya li Baroya Îzmîrê ya ku di 22'ê Cotmehê de kiribû de Aryen Turan do bi şev hat binçavkirin. Turan danê vê sibehê piştî îfadeya polîsan sewqî Edliyeya Îzmîrê hat kirin. Turan a ku îfadeya wê ji aliyê dozgeriyê ve hat girtin, bi daxwaza ku bi şertê kontrola edlî bê berdan sewqî Dadgeriya Cezaya Sulhê hat kirin. Turan bi şertê qedexeya derketina derve û kontrola edlî serbest hat berdan. 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.