NÛÇEYÊN KURDÎ

PARLAMENTERÊ ÎYÎ PARTÎ YÊ ENSARÎOGLU SEWQÊ DISIPLÎNÊ KIRIN

M. Salim Ensarîoglu yê Amedî û Parlamenterê ÎYÎ Partî yê Stenbolê, piştê îfadeyên wî yên pesnê Şêx Seîd dabû sewqê disîplînê hat kirin.

PARLAMENTERÊ ÎYÎ PARTÎ YÊ ENSARÎOGLU SEWQÊ DISIPLÎNÊ KIRIN

M. Salim Ensarîoglu yê Amedî û Parlamenterê ÎYÎ Partî yê Stenbolê, piştê îfadeyên wî yên pesnê Şêx Seîd dabû sewqê disîplînê hat kirin.

Ensarîoglu derbarê zêdebûna nîqaşên li ser Şêx Seîd de wiha gotibû: "di van rojên dawî de ji ber navê Şêx Seîd ku li herêma me bûye yek ji nirxên civakî û olî, li Amedê ji bulvarek re hat dayîn û gelek nîqaş destpêkir de ez wan sûcdarîyên li ser Şêx Seîd bi tundî red dikim.

Eşkerekirina cîhên gorên Beddiuzzeman Seîdê Nûrsî û Seyîd Riza ku wekê Şêx Seîd bûne nirxên mezin, wê bibe xizmeta aramîya bîranînê.” Piştê daxuyanîyên Ensarioğlu, Berdevkê ÎYÎ Partîyê Kurşad Zorlu ragihand ku parlamenterê ku li dijî ruhê tekoşîna netewî û nirxên Komara Tirkîye peyam parve kirîye, sewqê disiplînê hate kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.