NÛÇEYÊN KURDÎ

PARLEMENTERÊ HDPÊ PAYLAN: NÎŞANE Û TEVGEREKE NÛ YA DARBEYÊ HEYE

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan di civînên butçeyê yên Wezareta Edaletê û Sazîyên Bilind ên Edlî de axivî û derbarê êrîşa li Taksîmê de bi îfadeya “nîşane û tevgereke nû ya darbeyê heye” şîrove kir.

PARLEMENTERÊ HDPÊ PAYLAN: NÎŞANE Û TEVGEREKE NÛ YA DARBEYÊ HEYE

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan di civînên butçeyê yên Wezareta Edaletê û Sazîyên Bilind ên Edlî de axivî û derbarê êrîşa li Taksîmê de bi îfadeya “nîşane û tevgereke nû ya darbeyê heye” şîrove kir. Di dema muzakereyên butçeyê de Paylan bi gotina “Ji kesên jîyana xwe ji dest dane re ji Xwedê rehmet û ji birîndaran re jî şifaya xêrê dixwazim” dest pê kir û wiha domand; “Ez êrîşa terorê ya ku roja borî li Kolana Îstîklalê pêk hat şermezar û lanet dikim. Lê karê me ne tenê şermezarkirin û lanetkirin e. Divê em edaletê pêk bînin û ji van bûyeran re çareserîyekê bibînin. Mesele ne teror e, mesele tevger û nîşaneya darbeyê ye. Hilbijartin li pêşîya me ye ne wisa? Ez bi israr dibêjim; tevger û nîşaneyeke nû ya darbeyê heye. Hinek kes dixwaze sîyasetê bifetisîne û dixwaze desthilatdarîyê bi dest bixe.”  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.